Li gorî zanyariyên berdest, li bajarê Tikrîtê ku ser bi parêzgeha Selahedîn a Iraqê ve ye, teqînek qewimî. Di teqînê de 11 kes hatin kuştin û 41 kes jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya Qeymeqamê Tikrîtê Umer Tariq wesayîteke bombebarkirî îro li Cadeya Pizîşkan hatiye teqandin.
Umer Tariq di berdewamiya axaftina xwe de got: “Li cihê ku bombe teqiya, gelek nivîsgehên pizîşkan û dermanxane hebûn. Lewma ji cihên herî qerebalix a vî bajarî ye. Ji ber vê yekê jî gelek kesan ji vê teqînê zirar dîtin.”
Herwiha Endamê Komîsyona Ewlehiya Parêzgeha Selahedînê Mehdî Takî Amirlî jî diyar kir ku li gorî amarên herî dawî, di teqînê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dane û 41 kes ji birîndar bûne.
(BANGÊ ÎSLÂMİ)