İslami Davet Kurdi Bange İslami

Li Îskenderiyeyê li ber kilîseyê êrîşa xwekujî: 11 mirî, 40 birîndar

Piştî coteteqînên li bajarê Tanta yê Misirê li bajarê Îskenderiye jî li ber kilîseya Azîz Marc êrîşeke xwekujî hat kirin. Di teqînê de 11 kesan can da, 40î zêdetir kes jî birîndar bûn.

Li Misirê di roja pîrozkirina hatina Hz. Îsa ya Qûdsê de 3 teqînan ser hev rû da.

Çend demjimêr berê jî li bajarê Tanta yê bakurê paytexta Misirê Qahîreyê yek jê li ber deriyê dêra Azîz George yek jî li ber qereqoekî 2 teqîn pêk hatibûn.

Hat zanîn ku li dema teqînê Patrîkê Afrîka û Îskenderiyeyê Theodorosê 2yem jî li kilîseyê bû, lê ti birînek li ser wî çênebûye.

Di encama teqînên li bajarê Tantayê de jî bi kêmî 30 kesan can da.

Hîn ti rêxistinê berpirsiya êrîşa ser dêra Azîz Marcus negirtiye ser xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version