CîhanEwropaNûçe

Li îstasyona metroya Brukselê de teqîn

Li navenda îstasyona tirenê ya paytext Bruksela Belçîka êrîşkarê ku danûska bombeya zindî li ber xwe kiribu hat kuştin.

Danûska ango yelegê ku êrîşkar li ber xwe kiribu bi funyeyê hat teqandin. Polîsan ku rewş xiste bin kontrola xwe, dan diyar kirin ku îstasyon piştî teqînê hatiye vala kirin.

Derbarê teqîna ku êrîşa terorê ye an jî na, mirî û birîndar hene an jî na, tu daxuyanî nehatin dayîn. Li gor BBC daxuya kirin, çapemeniya Belçîka diyar dike li gorî şahidên bûyerê, êrîşkar kemereke ku bombe lê girêdayî û bi danuska ser xwe ve kablo girêdane.

Li gor şahidan êrîşkar berî teqînê bi gotina ‘’Allahu ekber’’ qêrîyaye. Dozgerekî ku bi çapemeniya Belçîka re axivî û got’’ kesekî ku bi çenteyê pişt û kemereke bi teqemenî ve hate kuştin. Wî kesî bala leşkeran kêşaye ser xwe û ew teqemenî di xwe de teqandiye.’’ (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu