CîhanEwropaNûçe

Li Îtalyayê rêzeerdhej çêbû

Li paytexta Îtalya Romayê di nîv saetê de sê erdhejên mezin çêbûn. Piştî erdhejan metroya Romayê hat valakirin.

Li paytexta Îtalya Romayê li ser hev sê erdhej çêbûn. Li gorî zanyariyan yek pileya yekê ji wan 5.7 e. Ji ber erdhejê metroya Romayê hat valakirin.

Li gorî daxuyaniya Saziya Lêkolîn yê Jeolojîk a Amerîkayê erdheja ewil bi mezinahiya 5.3ê 7 kîlometro dûrî bajarê Amatriceyê ku dikeve bakurê rojhilat û 104 kîlometro dûrî Romayê, pêk hatiye.

Li gorî haydariyen ewil ku ji herêmê hatin di erdhejê de ziyanên madî û canî tine ne.

Şahidek erdhejê destnîşan kir ku piştî erdhejê Metroya Romayê hatiye valakirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu