CîhanEwropaNûçe

Li Japonyayê 15 kes ji ber bilindbûna pileya germiyê mirin

Bi sedema bilindbûna pileyên germiyê ku, li piraniya bajarên Japonyayê vegirtiye 15 kes mirin û 12 hezar kes jî bo nexweşxaneyan hatin veguheztin.

Ajansa rêveberiya şawat û bobelanan a welatê Japonyayê ragehand ku, ji ber bilindbûna pileyên germiyê ku, li hin deverên wî welatî geşte 40 pileyî 15 kesan canê xwe ji dest da û 12 kes jî bo nexweşxanê hatin veguheztin.

Ji aliyê xwe ve ajansa çavdêriya geş ş hewayê ragehand ku, îro Şemiyê tê çaverêkirin ku, pileya germiyê li 233 xalên çavdêriyê zêdeyî 35 pileyan be.

Herwiha wezareta perewerdê jî daxwaz ji hemû rêbeberên dibistanan kir ku, hemû çalakiyên derveyî dibistanê lipaş bixin, ji ber ku, piraniya xelkê ji ber lêxistina tavê rastî mirinê dibin.

Başa dön tuşu