
Li başûrê rojavayê Japonyayê erdhejeke mezin rûda.
Şaxa Meteorolojiyê ya Japonyayê ragihand ku navenda erdhejê nêzî bajarê Miyazakiyê bû û erd jî bi lerza 6,3 pileyî hejiya.
Rayedaran ragihand ku ji ber erdheja 23 kîlometre di bin erdê çêbû da tu zirar û ziyanek neqewimî.
Piştî erdhejê ji bo tsûnamiyê hişyarî nehat dayîn û hat gotin ku îhtimal heye ava behrê piçekî rabe.