NûçeFilistînRojhilatanavin

Li Jenînê ciwanek bi guleyên dagirkeran şehîd bû

Îro çarşemî 29ê Hezîranê, li Xûtaya Rojhilatî ya Cenînê ku dikeve bakurê herêma Şerîeya Rojava ya Filistînê, di encama êrişa hêzên dagirker ên Îsraîlê de ciwanekî filistînî şehîd bû.

Li gorî çavkaniyên herêmî, ciwanê bi navê Muhammed Mahîr Mer’î piştî ku di êrîşa dagirkeran de bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê û tevî hemû hewldanan jî jiyana xwe ji dest da.Hate diyarkirin ku Mer’î di êrîşa danê sibehê ya li ser Jenînê de ji aliyê hêzên dagirker ve bi giranî birîndar bûye û 2 ciwan jî dîl ketine destê hêzên dagirker.

Rêveberê Nexweşxaneya Dewletê ya Halîl Silêman li Cenîn Visam Bekr di daxuyaniyekê de diyar kir ku Muhammed Mahîr Mer’î yê 25 salî bi guleya li sînga wî ketiye, saetekê hewl hatiye dayîn ku were rizgarkirin, lê tevî hemû tiştan jiyana xwe ji dest daye. hewldanên .Hat diyarkirin ku bi şehadeta Mer’î ji destpêka îsal ve hejmara şehîdên herêma Cenîn gihiştiye 27 kesan.

Tevgera Berxwedana Îslamî (Hamas) bi boneya şehadeta Mer’î peyameke sersaxiyê weşand û diyar kir ku wefadariya xwe ya bi şehîdan re wê bidome.Hemasê di peyama xwe da destnîşan kir ku heta ku hêzên îşxalker ên siyonîst ji axa Filistînê bên derxistin û gelê Filistînê hemû mafên xwe yên desteserkirî paşve negirin, berxwedana li dijî îşxalkeran wê bi biryar dewam bike.

Başa dön tuşu