NûçeEfxanîstanRojhilatanavin

Li Kabîlê teqîn: Gelek kuştî û birîndar hene

Li paytexta Afganîstan Kabîlê teqînek pêk hat. Hat diyarkirin ku di teqînê de 8 kes mirin û herî kêm 22 kes jî birîndar bûn.
Teqîn li rojavayê bajêr, li kolaneke bazarê ya qelebalix ku misilmanên şîe lê kom dibin, rû da.
Di dîmenên vîdyoyê yên li ser înternetê hatin weşandin de hat dîtin ku ambûlans herikîn cihê bûyerê.
Heta niha ti grûpeke çekdar berpirsatiya wê êrişê negirtiye ser xwe, ku berî roja Aşûra ku piraniya wê ji aliyê misilmanên şîe ve tê pîrozkirin, pêk hat.
Duh li Kabîlê di encama teqîna ku ji aliyê DAIŞê ve hat lidarxistin de herî kêm 8 kes mirin û 18 kes jî birîndar bûn.

Başa dön tuşu