İslami Davet Kurdi Bange İslami

Li Kabula paytextê Efxanistanê çend êrîşên bibombe hatin kirin

Rayedarên efxan diyar kirin ku li Kabulê di dema merasima cinazeyê kurê Alem Îzzedyarê Alîkarê Serokê Senatoya Efxanistanê da 3 bombe li pey hev hatin teqandin.

Li gor tesbîtên ewil di êrîşê da 14 kes mirin û 10 kes birîndar ketin.

Li Kabula paytextê Efxanistanê di nav hefteyê da li herêma Wezîr Ekber Xan a ku nûnertiyên dîplomatîk lê ne êrîşa bibombe hatibû kirin û 90 kes miribûn û 461 kes jî birîndar ketibûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version