EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Li Kabulê êrîşa bibombe

Hat ragihandin ku ku li paytextê Efxanistanê Kabulê, bombeya ku di wesayîta personelê Wezareta Hec û Ewqafê da hatibû bicihkirin teqîya û di encamê da 10 kes birîndar bûn.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Navxweyî da hat destnîşankirin, bombeya ku di wesayîta personelê Wezareta Hec û Ewqafê da hatibû bicihkirin, li herêma Barakî ya Kabulê teqîya.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, li gorî encamên pêşîn di êrîşê da 10 kes birîndar bûn, di mînîbusa personelê wezaretê û wesayîteke din ku ji aliyê hember dihat da xesar çêbû.

Şahidên bûyerê îdia kirin ku di êrîşê da hin kes hatin kuştin.

Vêga kesî êrîş hilnedaye ser xwe.

Başa dön tuşu