NûçeRojhilatanavinSûriye

Muftîyê Sûrîyê: Tirkîye xizm û kesên xwe li Sûrîyê dikuje

Ehmed Bedredîn Hesûn muftîyê mezin ê Sûrîyê şeva buhurî bal kişand ser kuştina bi dehan sivîlên sûrî di encama êrişên vê dawîyê yên balafirên cengê yên Tirkîyê ser devera el-bab a Sûrîyê da û got, Tirkîye bi van karana armancên şûm û kirêt dişopîne.

Berî vîya Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê ragihandibû ku armanca bicihbûna hêzên vî welatî li axa Sûrîyê, sernixûnkirina dewleta Bişar Esed serokomarê qqanûnî yê vî welatî ye.

Tirkîyê di 24`ê Tebaxa sala buhurî da bi heceta paqijkirina sînorên xwe ligel Sûrîyê opêrasyona Mertala Firatê li axa Sûrîyê destpê kir.

Muftîyê Sûrîyê bi gotina vîya ku Komara Islamî ya Îranê, Libnan û hêzên berxwedanê ji ber Fiilstînê tên cezakirinê û li ser dewama piştgirîya ji Filistînê heta serê xwe girtina armancên wê sekinî.

Sûrîye mideha 6 salên buhurî da bi destwerdanên hin welatên navçê û derveyî navçê ji wan Tirkîyê tûşî qeyran û bicihbûna komên têrorîst ji wan DAIŞ`ê li wî welatî bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu