NûçeRojhilatanavin

Zerîf: Îran dikare ji xwe berevaniyê bike

Wezîrê karên derve yê Komara îslamiya Îranê got, hêzên çekdar ên Komara îslamiya Îranê, dikarin ku li hember gefên dijminan, sînorên xwe biparêzin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Komara Îslamiya Îranê roja çarşemiyê li gotûbêja tev kanala nûçeyan a ABC`yê, tevî ravekirina siyaseta derveyî ya Îranê ya li bara meselên navçeyî û cîhanî, li ser şiyana bêmînak a hêzên çekdar ên Îranê bona berevaniya ji sînorên vî welatî pêgîrî kir.

Mihemed Cewad Zerîf, rêbaza welatên rojavayî li hember Îranê şaş da zanîn û her wiha got: Komara îslamiya Îranê, îznê nade ku li hember Îranê zext bi kar were.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha têrorîsm û tundrêtî pirsgirêkek ji bo welatên navçê û cîhanê da zanîn û got, bi saya gotûbêjê qeyranên navçê û ji wan qeyrana Sûriyê têne çareserkirin.

Mihemed Cewad Zerîf, di eynî demê de bal kişand ser piştgiriyên Erebistanê ji grûpên têrorîst li navçê û pêgîrî kir ku Komara îslamiya Îranê dijî tundrêtî û têrorîsma li navçê şerr dike. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu