CîhanEwropaNûçe

Li Kalîforniyayê agirê ku bi daristanê ketiye zahf fireh dibe

Li Amerîka li eyaleta Kalîforniyayê ji bo agir ketiye daristanê nikarin agir vemirînin û bi hezaran kes ji ciyê agir dûrxistine. Çiqas diçe agir belav dibe û ber bajarê Santa Paulayê ve diçe ku di bajêr de li dora 30 hezar kes dijîn.

Li Amerîkayê, li Kalîforniyayê ji ber bayê zêde rabû, agir jî bilez belav bû ji bilî ew kesên ku ji deverê hatine dûrxistin, bi hezaran kes jî jiyana wan di talûkê de ye. Di derbarê mirî an birîndaran de hêj kes ti agahiyekê nedaye.

Berpirs ragihandin ku ji ber agir 2 apartman şewitîne. Lê daîra metorolojiyê ya neteweyî ya Amerîkayê dibêje di herêmê de bayê ku bi 40 mîlî tê heye û dibe ev lez bigihê 60 mîlî. Meteorolojiya herêmê jî got ku li bende ne leza bayê bigihê 95 mîlî ku ev hêj xetertire bo belavbûna agirî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu