Li gorî doneyên Ajansa Xizmetên Sînor a Kanadayê (CBSA) di temamê sala 2016an de 410 penaberên meksîkî ku bi qaçaxî derbas dibûn hatin binçav kirin, ev reqem di du mehên pêşî yên sala 2017an de derket 444 kesî.
Hikûmeta Federal a Kanadayê di serdemiya serokwezîrtiya Stephen Harper de şertê sepandina vîzeyê li hemberî welatiyên meksîkî rakiribû û piştî sepandinê tenê di meha rebendanê de 70 meksîkî îltîcayî Kanadayê kiribûn.
Berdevkê Wezîrê Koçberî û Hemwelatîbûn ê Kanadayê Camielle Edwards di daxuyaniya xwe de got: “Piştî ku Kanadayê biryara rakirina vîzeyê da em meylên koçberî û sîstema koçberî ya Kanadayê bi baldarî dişopînin. Ji niha de ji bo vîzeya Meksîkayê de pêkanîna polîtîkayan spekslasyon e û ji bo vê hê zû ye.”
Biyaniyên ku li Kanadayê dimînin heke ji bo gelemperî metirsiyekê çêbikin erka CBSAyê heye ku wan bide girtin. Penaberên ku têne binçavkirin bi sepanên wekî şertên girtîgehê li Navenda Binçavkirin a Penaberan dimînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)