CîhanNûçeRojhilatanavin

Marşa rêjîma Israîlê li Imaratê hat lêxistin

Codokarekî israîlî mîdala Zêr a pêşbirkên Codoyê yên Grand Slemê li Ebûzebîya Imaratê bi dest xist û bi vî awayî marşa vê rêjîma sexte ji bo cara yekem li axa welatekî islamî hat lêxistinê.

Lêxistina marşa rêjîma Israyîlê li Ebûzebîyê bû sedema şabûna rayedarên israyîlî.

Ji hêla din ve weşandina wêneyên hevdîtina Nasir Temîmî serokê Fêdêrasyona Codoya Imaratê digel Miri Regev wezîrê Çand û Werzişa rêjîma Israîlê û herwiha bîrevexwarina werzişkarê Sîyonîst li navenda Ebûzebîyê bû sedema gengeşeyê û welatên ereb û misilman nemaze welatîyên imaratî li hemberî vê yekê nerazîbûna xwe nîşan dan.

Miri Regev wezîrê Çand û Werzişa rêjîma Israîlê  roja înîyê digel werzişkarên israyîlî derbasî Imaratê bû.

Moşe Yeilon wezîrê berê yê cengê yê rêjîma Israîlê vê dawîyê ragihand ku Imarat û Erebistan dostên nû yên Israîlê ne.

Başa dön tuşu