CîhanEwropaNûçe

Li Kanadayê Helîkopter ket: 3 Miri

Di helîkoptera ku li eyaleta Quebec a Kanadayê ket de, 3 kesan can da.

Hat ragihandin ku li helîkoptereke bi cureya Robinson 44 a 4 kesî li eyaleta Quebec a Kanadayê ketiye û pîlot Jea-Claude Mailhot û 2 kesên din tê de jiyana xwe ji dest dane.

Berdevkê polîsê Quebec Hugo Fournier ragihand ku bûyer li devera Durummondville ya 110 kîlometr nêzîkî Motrealê rû daye, lê hîn sedema ketina wê helîkoptera kompaniya taybet nehatiye zanîn.

Hat zanîn ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu