CîhanEwropaNûçe

Li Kanadayê teqînek pêk hat; Herî kêm 15 kes birîndar bûn

Li bajarê Mississauga yê Kanadayê di resturandekê de teqînek pêk hat û di encamê de 15 kes birîndar bûn.

Li gor Reutersê ku nûçeya xwe dispêre berdevkê polîsê bajarê Mississaugayê, di teqîna resturanda Hindî de herî kêm 15 hemwelatî birîndar bûne û rewşa çend birîndaran giran e.

Sedema teqînê nayê zanîn, lê polîsê Kanadayê di destpêkê de teqîn ‘biguman’ bi nav kir. Di daxuyaniyeke din de jî hat gotin ku du kesan pakêtek  danîne resturandê û reviyane.

Herwiha li Kanadayê bi îdîaya ku kesên pakêta bombeyê danîne resturandê wêneyê du kesan li ser medyaya civakî hat parvekirin.

Başa dön tuşu