CîhanEwropaNûçe

Li Katalonyayê biryara sekinandina îlankirina serxwebûnê

Çapemeniya Spanyayê piştî ku Carles Puigdemontê Serokê Hikûmeta Rêvebiriya Xweser ya Katalonyayê îlankirina serxwebûnê li Katalonyayê da sekinandin ev biryar wek “ji bo li herêmê kaos berdewam bike şantaj e” pênase kir.

Rojnameya El Mundoyê di nûçeya xwe da cih da van îfadeyan: “Puigdemont ji bona dest bi mizakereyan bikin îlankirina serxwebûnê da sekinandin û piştî çend saetan parlamenterên cihêxwaz îmze kirin. Puigdemont şantajê li dewletê dike û CUP jî (partiya siyasî ya ji derva da piştgiriyê dide) şantajê li Puigdemont dike.”

Di nûçeyê da hat diyarkirin Puigdemont ji bo “zeman qezenc bike û rê li ber bigire hikûmeta Spanyayê mafên xweseriya Katalonyayê ji dest bistîne” biryareke wiha daye.

Rojnameya El Paisê jî destnîşan kir biryar ji bo serxwebûna demdirêj ya ku li Katalonyayê kaosê berdewam bike derket. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu