İslami Davet Kurdi Bange İslami

Li Katalonyayê hewldanên ji bo serxwebûnê

Parlamentoya rêveberiya xweser a Katalonyayê li rojhilatê Spanyayê, di çarçoveya hewldanên serxwebûnê de “Yasaya Derbasiya Hiqûqî û Avakirina Komarê” ya wek “yasaya cudabûna ji Spanyayê” tê binavkirin pesend kir.

Parlamentoya Katalonyayê digel ku Mehkemeya Distûrê ya Spanyayê biryara hîlawîstina referandûma serxwebûnê da û hikûmetê jî bertek nîşan da hewldanên xwe yên ji bo serxwebûnê didomîne.

Partiyên cudaxwaz bi tena serê xwe yasa ji parlamentoyê derbas kirin. Yasa li parlamentoya 135 kursî lê hene li hemberî 71 dengên erê bi 10 dengên na hat qebûlkirin. Partiyên muxalefetê ji xeynî “Catalunya si que es pot”ê di kêliya dengdana yasayê de salon terk kirin.

Partiyên muxalefetê îddia kirin ku guftûgokirina vê yasayê ne ne qanûnî ye û loma divê ji rojevê derkeve.

Di referandûma serxwebûnê de ku wê ji bo cudabûna ji Spanyayê zemîna hiqûqî ava bike eger 1ê Çiriya Pêşîn de “erê” derkeve, dê 2ê Çiriya Pêşîn bikeve rewacê.

Hikûmeta Spanyayê jî li dij vê derdikeve û radigihîne ku dê serî li Mehkemeya Distûrê bide û ji bo sekinandinê her rêyê biceribîne.

Serokê Rêveberiya Xweser a Katalonyayê Carles Puigdemont daxuyanî da televizyona Katalonyayê TV8ê û got:

“Em demokrasiyeke ku em fêm nakin najîn. Tu mehkeme, sazî û Lijneya Wezîran, nikarin demokrasiyê li Katalonyayê bisekinînin.”

Parlamenterê yek ji partiyên desthilatê ERCê Marta Rovira jî li ser medyaya civakî wiha ragihand:

“Derew e ku Mehkemeya Destûrê referandûm û yasa hilawîstibe. Dê di 1ê Çiriya Pêşîn de were kirin. Ji bo wezîfeya referandûmê 16 hezar kesên xwebexş qeyd bûn û 560 şaredariyên li Katalonyayê pesend kirin ku beşdarî referandûmê bibin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version