CîhanEwropaNûçe

Li Katalonyayê serxwebûnxwaz bi ser ketin

Li herêma Katalonya ya Spanyayê hilbijartin pêk hatin û hat ragihandin ku di encama hilbijartinên de partiyên serxwebûnxwaz bi ser ketine.

Di encama hilbijartinên Katalonyayê de Partiya Demokratîk a Ewropayê ya Katalan (PDeCAT) û Partiya Lihevkirina Demokratîk ya Katalonyayê (CDC) ku bi navê ‘Yekgirtina ji bo Katalonyayê’ (Junts per Catalunya) hevpeymaniyek pêkanî bûn û Partiya Endama Yekitiya Gel (CUP) li parlamentoya Katalonyayê 70 kursî bidest xistin.

Parlamentoya Katalonyayê ji 135 kursiyan pêk tê û ji bo piranî were bidest xistin,pêdivî bi 68 kursiyan heye.

Serokê Katalonyayê yê Berê Carles Puigdemont li Brûksela Belçîka piştî hilbijartinan axaftinek kir. Carles Puigdemont wiha axivî: “Komara Katalonyayê bi ser ket û hevalbend, Rajoy û dewleta Spanyayê jî bi bin ketin.”

Li Katalonyayê 1ê Cotmehê referandûma serxwebûnê pêk hatibû û di wê referandûmê de jî serxwebûnxwaz bi ser ketibûn. Piştî vê referandûmê di navbera Katalonya û Hikûmeta Spanyayê de krîzekê rû dabû û biryara hilbijartinên pêşwext hatibû dayîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu