AsyaCîhanNûçe

Li Kazaxistanê ji ber berf û sermayê 223 kesan jiyana xwe ji dest dan

Ji ber berf û sermayê li Kazaxistinê pênc roje piraniya sazî û dezga karên xwe rawestandine û heta naha 223 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gor zanyariyên wezareta karên lezgîn û rizgarkirina Kazaxistanê rêjeya berf û pêla sermayê û cemedê pir zêde bûye û hemû rê hatine girtin û ev yek jî bûye sedem ku 223 hemwelatî jiyana xwe ji dest bidin.

Li gor zanyariyên hin çavkaniyan serma û cemeda ku heyî li gor 30 salên borî ya herî zêde bûye.

Pileya sermayê li navçeya Alma Ata ya Kazaxistinê -29 derece bin sifirê de bûye, herwaha paytexta Kazaxistinê Astana yê jî pileya sermayê -26 derece bin sifirê de ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu