ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê ewlehî û lêzanînên Îranê: Wehdeta navbera şîe û sunîyan hegera ewlehiya navçê ye

Wezîrê Itilaata Îranê (ewlehî û lêzanînan) wehdet û biratiya navbera şîe û sunîyan hegera ewlehiya navçê ye da zanîn.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Huccetul-îslam welmuslimîn Seyîd Mehmûdê Elewî wezîrê Îtilaata Îranê li gotinên xwe yên li civîna “ rola wehdet û hevgirtina îslamî li ewlehiya qahîm a navçê“ ku li Senendecê li rojavaya Îranê birê ket got: Dînê îslamê dînê aşitî û biratiyê ye û ev mesela bicaran li qayde û qirarên dînê pîroz ê îslamê hatiye.

Huccetul-îslam welmuslimîn Seyîd Mehmûdê Elewî li vê civînê ku bi pişkdarîya alim û zanayên dînî yên şîe û sunî yên sê parêzgehên Kurdistan, Kirmanşah û Azerbaycana Rojhilatê birê ket destnîşan kir: Inqilaba îslamî ya Îranê û bizava Îmam Xumêynî(RE) bûye sebeb ku cîhan carek din berê xwe bide mesela Filistînê û gelê Filistînê careka din xebata xwe dijî Rejîma Siyonîst destpê kir.

Wî bal kişande ser viya ku Rejîma Siyonîstî ber bi jinavçûnê va ye û destnîşan kir; Wehdet û hevgirtina misilmanan tirsê têxe dilê Rejîma Siyonîst.

Huccetul-îslam welmuslimîn Seyîd Mehmûdê Elewî bal kişande ser nearamîyên li welatên navçê yên wek Iraq, Pakistan û heta welatên ewrûpî û amerîkî û got: Dijmin hemû hêza xwe bona neêminkirina Îranê bikar girtiye lê bi qaweta îlahî Îrana îslamî hîn jî di ewlehîyeke bilind da ye (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu