Terorîstên DAIŞê duh şevê êrişî ser polêsên li sînorê Daqûqê kirine û di encamê de polêsekî jiyana xwe ji dest daye û polêsek jî birîndar bûye.
Herwiha piştî êrişê bo dîtina terorîstan li herêmê operasyoneke berfireh hatiye destpêkirin ku di encama lêgerîna di nava gundên navçeya Dubizê de 2 DAIŞî hatine girtin. Hêjayê gotinê ye, ku şeva 21ê Cotmehê nêzîkê 100 terorîstên DAIŞê êrişî navenda bajarê Kerkûkê û navçeya Dubizê kiribûn. Piraniya wan DAIŞiyan di dema pevçûnê de hatin kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)