IraqNûçeRojhilatanavin

Li Kerkûkê 3 çekdarên DAIŞê ji aliyê hêzên polîs ve hatin girtin

Berpirsê polîsên bajarok û gundên dora Kerkûkê Serhed Qadir got, piştî ku me agahî û îstixbarat wergirt me îro danê sibê li taxa “Emel Şeib” operasyon pêk anî.

Serhed Qadir da zanîn, di wê operasyonê de 3 çekdarên DAIŞê ji aliyê hêzên me ve hatin girtin.

Wî rayedarê polîs anî ziman ku çekdarên ku hatine girtin, xelkê bajarokê Hewîceya Kerkûkê ne lê di nav koçberan de derbasî Kerkûkê bibûn û xwe veşartibûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu