IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

57 hezar malbatên iraqî zivirîne malên xwe li parêzgeha El-Enbarê

Muhemed Reşîd birêveberê pişka parêzgheha El-Enbarê li wezareta Muhacireta Iraqê ragihand ku  57 hezar û 136 malbatên iraqî zivirîne malên xwe li wan navçên azad bûyî ji destê terorîstan li parêzgeha El-Enbarê.

Li gor vê raporê 40 hezar û 700 malbat zivirîne bajarê Remadiyê navenda parêzgeha El-Enbarê, 7 hezar û 102 malbat zivirîne bajarê Hîtê, 3 hezar û 700 malbat zivirîne bajarê El-Keremê, hezar û 535 malbat zivirîne bajarê El-Rutbê, 2 hezar û 893 malbat zivirîne bajarê Xalidiyê, hezar û 204 malbat zivirîne bajarê Hedîsiyê û 150 malbat jî zivirîne bajarê Felûcê.

Wî destnîşan kir; Wezareta muhacireta Iraqê pêwîstiyên jiyanê, xwarin, vexwarin û dewa-dermanên pêwîs jî bona van malbatên ku zivirîne parêzgeha El-Enbarê, amade kirine.

Wezaretxana Muhacireta Iraqê herwisa 3 hezar û 984 cure alîkarî dane ber destê kesên ku zivirîne Tekrîtê li parêzgeha Selahedînê û bajarê Xaniqînê li parêzgeha Diyalê û malbatên ku zivirîne navça El-Hewîşa bajarê Samirayê li parêzgeha Selahedînê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu