BehreynMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Dadgeheke Behreynê duh yekşemiyê Hewsa hetahetayê jibo 6 kesan bi tawana lidarxistina kombûnê û êrişa ser hêzên polîs birrî

Li gorî rapora ISNAyê, û ji zarê Merat El-Behreynê, dadgeha Behreynê her wiha  jibo wan kesana  cirîma  1551ê dînar a behreynî kivş kiriye û du tawanbarên  din jî li vê dosiyê bêsûç daye zanîn.

Serokê dozgeriya cinayetên  terorîstî li Behreynê ragihand ku dadgeha  cizakirinê îro hukma xwe ser navê kuştin û cihanîna teqînê bi armanceke  terorîstî kivş kir .

Pêştir dozgeriya giştî kesên hanê bi  kombûn û êrişa ser hêzên polîs û kişandian hêzên polîs bo cihê danîna  bombeyekê tawanbar kiribû .

Rêxistina  hiqûqî ya navneteweyî  tekez dikin ku Behreyn bi awayekî sîstematîk ji kesên tawanbar dixweze ku îtirafê bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu