Bombeyeke çandî li gundê Tel Zeheb ê ser bi bajarokê Ebasî li sînorê Hiwêce ser bi parêzgeha Kerkûkê teqiya, di encam de 2 cotyarên ereb canê xwe ji dest dan.
Da zanîn ku, ew herdu kes bi navê Hemed Salih Mihemed û Ewad Yûsif Ebid bûn, termê herdu kuştiyan bo pizîşka dadwerî hatin veguheztin.