IraqNûçeRojhilatanavin

Li Kerkûkê du çekdarên DAIŞê hatin girtin

Rêveberê Polîsên bajar û bajarokên Kerkûkê girtin du çekdarên DAIŞê li nav bajarê Kerkûkê ragehand ku, ew her du çekdar daniştiyên gundê sînorî yê bajarê Hiwêçe bûn û yek ji wan jî gotarxwînê mizgefta gundbû û li gor medeya 4 a terorê daxwazkirî bû.

Rêveberê Polîsên bajar û bajarokên Kerkûkê emîd Serhed Qadir ji BasNewsê re ragehand ku, pişt komkirina zanyariyan ji alyê Rêveberiya Polîsên bajar û bajarokên Kerkûkê û bi fermana girtinê li gor medeya 4 a terorî heyî, îro 24.04.2017 wan karî du tawanbaran bi navê (a.k..m) û(h.k.a)  deste serbikin, her du jî ji gundê El-Xezîfî ya ser bi bajarê Hiwêca ve ne.

Qadir da zanîn ku, piştî lêkolînê yek ji wan çekdaran lixwe mikûr hat ku, ew ji çekdarê DAIŞê bû û gotarxwînê mizgefta gund bû, mehane 50 hezar dinar weke mûçe werdigirt, herwiha wî çekdarî aşkere kirk u, du birayên wî jî çekdarên DAIŞê bûn.

Emîd Serhed Qadir derbarê wî çekdarê din jî got ku, ew çekdar li xwemûkirhat ku, di nav rêzên DAIŞê de bû û di wî gundî 4 birayê wî jî ji DAIŞê bûn û yek ji wan birayên wî di şer de hate kuştin.

Herwiha Rêveberê Polîs yê bajar û bajarokên Kerkûkêemîd Serhed Qadir diyar kirk u, li gor danpêdana wan çekdaran 16 kes ji wî gundî çekdarên DAIŞê bûn û di şer de hatin kuştin, herwiha 33 çekdar ji gundê Birîme bûn di operasyonekî Hêzên Pêşmerge û sûpayên Iraqê de hatin kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu