AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Desteyeke iraqî jibo muzakireya têkildarî destpêkirina dubare ya şandina ceryana Îranê sibê yê bê Têhranê

Alîkarê beşa ceryan û enerjîyê ya wezareta enerjîya Îranê got: Desteyeke iraqî jibo muzakireya têkildarî destpêkirina dubare ya şandina ceryana Îranê sibê yê were Têhranê.

Hûşeng Felahetîyan li gotûbêja ligel Fars Newsê di bersiva pirsekê têkildarî serdana desteya iraqî û muzakireya li bara şandina ceryana Îranê bo Iraqê da got: Heyeta iraqî yê bi pêkhateya tam sibê bigihêje Têhranê û heke muzakire kêrhatî bin, bêguman di hefteyên pêşda şandina ceryana Îranê bo Iraqê yê di hefteyên pêşberda careka din destpê bibe.

Li gorî vê raporê, Îranê di destpêka meha buhurî da şandina kehrebayê bo Iraqê bi hegera deyndarîya 1.2 milyard dolarî ya Bexdayê bo Têhranê têkildarî kirrîna ceryan, birrî.

Desteya iraqî biryar bû ku çend hefteyan berî niha bigihêje Têhranê lê bi hegera hin bûyerên netewî ev serdana wê paşda ket.

Berpirsên wezareta av û ceryanê ya Îranê ragihandine ku amade ne deynê Iraqê di çend qonaxan da wergirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu