IraqNûçeRojhilatanavin

Li Kerkûkê li dijî DAIŞê operasyon hat destpêkirin

Hat ragihandin ku li bajarê Kerkûkê li dijî çekdarên DAIŞê operasyon hat destpêkirin.

Li gor daxuyaniya ku di malpera Heşda Şeibî de hatiye belavkirin, tê gotin ku çekdarên Heşda Şeibî bi piştevaniya esmanî ya artêşa Iraqê li herêma Sadûniye ya girêdayî Kerkûkê operasyon daye destpêkirin.

Berdevkê Heşda Şeibî Elî Huseynî di derbarê pevçûna di navbera Heşda Şeibî û DAIŞê de got ku li başûr rojavayê Kerkûkê komeke Heşda Şeibî ketine kemîna DAIŞê û artêşa Iraqê jî ji ber şert û mercên hewayê xerab nekarî alîakriyê bigihîne wê deverê.

Huseynî ragihand ku ew paşê derbasî Saduniye bûne û termê 20 çekdarên Heşda Şeibî wergirtine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu