IraqNûçeRojhilatanavin

Li Kerkûkê operasyonên dijî DAIŞ`ê destpê bû

Waliyê Kerkûkê ragihand:”Li dijî bermayiyên rêxistina terorîst DAIŞ`ê ku vê axiriyê êrîşî hêzên ewlekariyê dikin, operasyona lêgerînê dest pê kir.”

Hat ragihandin ku li başûrê parêzgeha Kerkûkê ya Iraqê li dijî bermayiyên koma têrorîst a DAIŞ`ê yên ku xwe li çolterê vedişêrin, operasyona lêgerînê dest pê kir.

Waliyê Kerkûkê Rakan Seîd di civîna çapemeniyê ya li avahiya hikûmetê da wiha got, “Li dijî bermayiyên koma têrorîst a DAIŞ`ê ku vê axiriyê êrîşî hêzên ewlekariyê dikin, li başûrê Kerkûkê di navbera navçeya Hewîce û bajarokê Riyadê da operasyona lêgerînê dest pê kir.”

Seîd diyar kir ku hêzên Dijî Terorê û Polêsê Federal beşdarî operasyonê bûn û wiha got, “Armanc, ew grûbên terorê ne ku li çolterê xwe vedişêrin û bi taybetî jî êvaran êrîşî hêzên ewlekariyê yên ku li herêmê digerin, dikin.”

Wî diyar kir ku navçeya Hewîce û gundên wê 5 meh berê hatin rizgarkirin û ligel vê yekê xelk ji ber ewlekariyê venagere û wiha dewam kir, “Ev unsûrên terorê ku nahêlin koçber vegerin deverên rizgarkirî, divê bên tunekirin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu