ÎranNûçeRojhilatanavin

Deryadar Fedewî: Amerîka di asta herî jorîn a dijminiya bi Îranê re ye

Li gorî rapora IRIB News`ê, serdar deryadar Elî Fedewî, fermandeyê hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê, roja yekşemiyê li rêûrismekê li Bûşêhrê (başûrê Îranê) herwiha got: Hegrera reftar û dijminatiya tev Înqilaba Îslamî ya Îranê, şiyanên Înqilaba Îslamî li hember dijminan e.

Deryadar Fedewî, destnîşan kir, ewên ku rojekê bi dû ji navbirina Înqilaba Îslamî ya Îranê bûn, niha bi dû parastina hebûna xwe ne, ji ber ku bona hebûna Înqilaba Îslamî, xeterê hest dikin.

Deryadar Fedewî, herwiha bal kişand ser şiyanên leşkerî yên Îranê di warên curbicur de û got, şiyana mûşekî ya Îranê, ne di asta pêşîn da ye û pêvajoya geşpêdana mûşekî û leşkerî ya Îranê ber bi pêşva bûye û li gorî hewcetiyan berfireh bûye.

Fermandeyê hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Komara Îslamiya Îranê, destnîşan kir: Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamiya Îranê, li seranserê jêografiya Înqilaba Îslamî û ji wan li qada avî û deryayî da, ya ku gerek bikira, cih aniye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu