Li nêzîkî walîtiya Kerkûkê tirempêlek hate teqandin. Di teqînê de 4 kes birîndar bûn.
Berdevkê Rêvebiriya Ewlehiyê yê Kerkûk Efrasya Kamil ragihand ku li nêzîkî walîtiya Kerkûkê tirempêlek hatiye teqandin û di wê demê 4 sivîlên ku di wir re derbas dibûn birîndar bûne.
Di derbarê teqînê de hê hûrgilî tam zelal nebûne. Polîsên Kerkûkê xwe gihandin cihê teqînê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)