ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Erebistanê ji tirsa Hizbullaha Yemenê hinartina petrola xwe li deryaya Sor sekinand

Erebistana Siûdî ji tirsa êrişên Hizbullaha Yemenê hinartina petrola xwe bi rêya gewriya Babul Mendebê da sekinandin.

Piştî ku Hizbullaha Yemenê, êrişî gemiyên petrolê yên Erebistana Siûdî kirin, Wezîrê Enerjiya Erebistanê Xalid Falih ragihand, ew bi awayekî demkî hinartina petrola xwe bi rêka gewriya Babul Mendeb li deryaya Sor de didin sekinandin.

Xalid Falih da xuyakirin, heta gewriya Babul Mendeb bi temamî aram nebe ew dest bi hinartina petrolê nakin.

Fermandeyê hêza Quds ya Sipaha Pasdarên Îranê Qasim Silêmanî jî gefa wê yekê xwaribû ku êdî gewriya Babul Mendeb bo Erebistan û hevpeymanên wî welatî aram nabe.

Gewriya Babul Mendeb di navbera Yemen,Cîbûtî û Somalê re derbas dibe û beşek ji deryaya Sor e.

Başa dön tuşu