AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Îran bi bihayê 100 mîlyar dolarî 6 projeyan çêdike

Berdevkê wezîrê petrolê yê Îranê Amir Talebani behs kir ku di babeta enerjiyê de 6 projeyên wan yên mezin hene û karsazên Tirkiyê dawet dikin bo pêkanîna van projeyan.

Talebani balê kişand ser ambargoya Amerîka û Neteweyên Hevgirtî û ragihand ku navê Tirkiyê ji bo wê di rêza yekem de ye ji bo wan. Talebian weha dewam kir: “Eger em ji bo 100 mîlyar dolarî bi Tirkiyê re tevbigerin, em bawerin wê ji bo herêmê û dinyayê bandoreka baş çêbike.”

Pisporên her du welatan di konferansa navdewletî ya li Îstenbolê de hatin cem hev û gotin ku Îran û Tirkiye li ber kirina hevkariyeka girîng in.

Talebani got “Di sektora petrolê û xaza xwezayî de, me 6 projeyên mezin tesbît kir. Ji bo van pêdivî bi 100 mîlyar dolarî heye. Tirkiye ji ber têkiliyên me yên dîrokî û hem di danîna pêwendiyên vê dawiyê de, Îranê piştek kiriye. Ji ber wê ye em dixwazin bi Tirkiyê re hevkariyê bikin.”

Serokê Enstituya plandanana enerjiyê ya Zanko ya Tehranê Seyed Hossein Îranmaneş di konferansê de weha got: “Yek ji projeyên me ew e  ku xaza xwezayî ya Îranê di ser Tirkiyê de bi borûyan derbas bibe û here bazara Ewrûpayê.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu