IraqNûçeRojhilatanavin

Azadiya 7 gundên başûra Mûsilê

Artêşa Iraqê li daxûyaniyekê ragihand; Hemû ew heft gundên El-Hac Elî li başûra Mûsilê ku li qiraxa rojhilata çemê Dicleyê ne, bi tamî ji destê grûpa terorîstî ya tekfîrî-Siyonîstî ya DAIŞ’ê derketin.

Li gor rapora telivîzyona Al-Alamê, Gundên El-Kerame, El-Esriye, El-Muhel û 4 gundên din ên başûra Iraqê ji destê terorîstên DAIŞ’ê hatine derxistin.

Li vê daxûyaniyê hatiye; Li operasiyona azadkirina van gundan leşkerên 71 û 72 a artêşa Iraqê pişkdar bûn û hemû ew gundên qiraxa rojhilata çemê Dicleyê ji destê grûpa terorîstî ya DAIŞ’ê hatine derxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu