IraqNûçeRojhilatanavin

Li Besrayê di xwepêşandanê de 2 kes hatin kuştin

Di encama pevçûna navbera polîs û xwepêşanderan de li bajarê Besrayê ya başûra Iraqê 2 kes hatin kuştin.

Li bajarê Besra yê Iraqê di xwepêşandan û aloziyan de 2 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin kuştin.

Ev çend roj in li hin deverên başûr yên Iraqê bi taybet li bajarê Besra xwepêşandan ji ber nebûna îmkan û bê karî û nebûna xizmetkariyan didomin.

Îro danê sibê jî li Besrayê xwepêşandan hat kirin û xwepêşanderan xwastin bikevin avahiya parêzgariyê (walîtiyê) lê hêzên ewlehiyê fîşek bi ser wan de avêtin û pêşiya wan girtin.

Li gorî agahiyan, di encama wan aloziyan de 2 kes hatin kuştin û komek kes jî birîndar bûn. Alozî hîn didome.

Başa dön tuşu