IraqNûçeRojhilatanavin

Xwesteka Emar Hekîm bona sekinîna cidî ya li hember gendeliya li Iraqê

Serokê Civaka Bilind a Îslamî ya Iraqê, xwest ku li welatê wî dadgehek bona sekinîna li hember gendeliyê û nasandina gendelan, pêk were.

Li gorî rapora malpera iraqî ya Sûmêriye News`ê, Seyîd Emar Hekîm, serokê Civaka Bilind a Îslamiya Iraqê, roja şemiyê, li koma bijareyên siyasî, li ser pêwîstiya cihhatina lêkolînên têkildarê dosiyeyên gendeliyê li Iraqê, dûrî her cure şik û gumana siyasî yan cihanîna zextê, sekinî.

Seyîd Emar Hekîm, herwiha got: Divê bona nakokiyên ku rê ji bo pêkhatina gendeliya li Iraqê xweş dikin, çareyek were dîtin û bi pejirandina qanûnên têkildar, pêşiya xorayîçûna mal û çavkaniyên giştî yên Iraqê, were girtin. Serokê Meclisa Bilind a Îslamiya Îraqê, herwiha bal kişand ser girîngiya zelalkarî û zelalkirina li şerrê dijî gendeliyê û got: Li hilkolandina dosiyeyên gendeliyê, divê ku pêşiya bikaranîna şêwazên siyasî û bi karanîna şantajan were girtin û divê meclis û dewlet, di vî warî de,  hevkariyeka baş hebin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu