ÎranNûçeRojhilatanavin

Li Kirmaşanê pilingan êrişî keriyê pêz kirin

Li gundekî Kirmaşanê pilingan êrişî keriyek pez kirin, bi sedan pez mirar bûn.

Li gorî agahiyan, li gundê Bozînê yê bajarê Selas Bawecanî li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê Îranê, du pilingan êrişî keriyek pez kirin.

Berpirsê polîsê bajarê Selas Bawecanî Mihemed Mehdî ragihandiye, di wê rûdanê de nêzîkî 400 pez mirar bûne.

Li gorî agahiyên wî efserê polîs, dema pilingan êrişî keriyê pêz kirine pez tirsiyane û di kendal de ketine û mirar bûne.

Başa dön tuşu