IraqMafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriye

DAIŞ`ê herîkêm 51 caran li Iraq û Sûriyê çekên kîmiyayî bi kar anîne û ji bilî viya 19 car bikaranîna çekên kîmiyayî jî li derdora bajarê Mûsilê hatiye tomarkirin

Ajansa BusinessWire`ê li ser esasa belgeyên navendêa lêkolînê ya IHS`ê ya Asmerîkayê ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê ji sala 2014`an va zêde ji 71 caran çekên kîmiyayî li Iraq û Sûriyê bi kar anîne.

Li gorî rapora malpera nûçeyan a Russia Today ya Erebî, li rapora navenda IHS`ê hatiye ragihandin ku çeteyên DAIŞ`ê herîkêm 51 caran li Iraq û Sûriyê çekên kîmiyayî bi kar anîne û ji bilî viya 19 car bikaranîna çekên kîmiyayî jî li derdora bajarê Mûsilê hatiye tomarkirin.

Karzanên navenda IHS`ê li ser vê bawerê ne ku çeteyên DAIŞ`ê renge gaza koler û gaza Xerdelê jî li dijî welatî û çekdarên beşdar li opêrasiyona rizgarkirina Mûsilê bi kar anîbin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu