CîhanEfrîqaNûçeRojhilatanavin

Li Kolombiyayê hezaz çebû û 17 kesên ku di bin axê de mabûn jiyana xwe ji dest dan

Hejmara miriyên ku di hezaza Manizalesa Kolombiyayê de di bin axê de mabûn gihîşte 17 kesan. Li paytextê eyaleta Caldas a Manizalesê ji ber barîna barana zêde hezaz çêbû. Di bûyera hezaz de 17 kesan jiyana xwe ji dest da û 8 kes jî windayî ne.

Serokê Dewleta Kolombiyayê Juan Manuel Santos ji ber barîna barana zêde bi derengî gihîşte herêma Manizalesê. Santos li herêma ku ‘rewşa lezgîn’ hat îlankirin vekolîn kirin û di axaftina xwe de got: “Nêzîkî 80 avahî zirar ji hezazê dîtine û em ditirsin hejmara miriyan zêde bibe.”

Li gorî daxuyaniya Serokê Şaredariya Manizalesê Jose Octavio Cardona barana ku mehekê bibare di şevekê de bariye. Ji aliyê din ve taxên ku hezaz lê qewimiye av, elektrîk û xaza siruştî tuneye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu