AsyaCîhanEwropaNûçe

Li Kolombiyayê hezaz pêk hat û li gorî zanyariyên pêşîn di encamê de herî kêm 112 kesan jiyana xwe ji dest da

Li herêma Putumayo ya li rojavayê başûr ê Kolombiyayê hezaz pêk hat. Xaça Sor di derbarê bûyerê de daxuyanî da û ragihand kul i gorî znayariyên pêşîn 92 kesan jiyana xwe ji dest daye. Paşê Serokdewletê Kolombiyayê Juan Manuel Santos axivî û eşkere kir ku hejmara miriyan gihîştiye 112an.

Rayedaran dest nîşan kirin ku zêdetirî 200 kesan birîndar bûne û ji ber hezazê gelek kes jî wenda ne.

Hat diyarkirin ku di saetên şevê de di encama baranê de çem di ser re çûne û ji ber wê yekê gelek xanî di bin axê de mane.

Serokdewletê Kolombiyayê Juan Manuel Santos çû herêma Putumayoyê û eşkere kir ku ji ber bûyerê leşker li herêmê hatine bicihkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu