CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Bota ku 126 koçber têde bûn binav bû

IOMê di daxuyaniya xwe ya pêşî de behsa windabûna botê kir, lê Berdevkê IOMê Flavio Di Giacomo di peyama xwe ya Twittterê de ragihand ku bota navborî li qeraxên Libyayê ji bo ku motora wê ji aliyê mirovê qeçaxvan ve hatibû dizîn binav bû.

Di Giacomo di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: “Li gorî agahiyên koçberên ku ji botê hatin rizgarkirin qaçaxvan bi zorê motora botê jê vedikin û bi xwe re dibin. Piştî vekirina motorê bot avê hildide û paşî binav dibe. Ev bûyer ji aliyê hinek kesen din ve jî hat serastkirin.”

Li gorî daxuyaniya Flavio Di Giacomo, piştî binavbûna botê masîvanên libyayî 4 kesan rizgar dikin û teslîmî keştiyeke din a penaberan ku nêzî hezar kesî têde bûn dike. Ev keştiya ku nêzî hezar penaberî têde bûn gihîşte limana Palermo ya Îtalyayê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu