CîhanNûçe

Li Kolombiyayê peymanek aştiyê ya nû hat morkirin

Peymanek aştiyê ya nû di navbera Hêzên Çekdarên Şoreşger ên Kolîmbiyayê (FARC) û hikûmeta Kolombiyayê de hat morkirin.

Serokê Dewleta Kolombiyayê Juan Manuel Santos û Serokê FARCê Rodrigo Londono li paytext Bogotayê peymanek nû morkirin. Hate ragihandin ku di peymana nû de 60 guhertin çêbûne.

Peymana ku 2ê Cotmehê de di navbera FARCê û hikûmetê de hatibû morkirin di referandûmê de bi dengê sedî 50.24an hatibû redkirin. Piştî red kirina peymana dîrokî di hevdîtinên li Havanayê paytexta Kubayê de li ser peymanek nû lihev hatibûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu