ÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina wezîrê karên hundir ê Îranê tev serokkomarê Azerbaycanê

Wezîrê karên hundir ê Komara Îslamî ya Îranê û serokkomarê Azerbaycanê ser viyana her du welatan jibo berfirehkirina hevkariyên li warên curbicur ên aborî, ticarî û rawestana li ber madên narkotîkê sekinîn.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Ebdulriza Rehmanî- Fezlî wezîrê karên hundir ê Îranê li yekim bernama sefera xwe ya durojî bo Bakûyê roja duşemiyê tev Îlham  Elîyof serokkomarê Azerbaycanê hevdîtin pêk anî û li ser peywendiyên dualî û meselên navçê gotûbêj kir.

Wezîrê karên hundir ê Îranê li vê hevdîtinê amadetiya Komara Îslamî ya Îranê jibo guhestina  tecrubên xwe jibo Komara Azerbaycanê li warên rawstana li ber madên hişber û terorîzma  tekfîrî ragihand.

Îlham  Elîyof serokkomarê Azerbaycanê jî li vê hevdîtinê pêvajoya berfirehkirina  peywendiyên  Îran û Komara Azerbaycanê bitaybet li warê avakirina  korîdora  rêhesna  bakur-başûrê  baş û kêrhatî da zanîn û got: Bi gihandina rêhesina Îranê bo Komara  Azerbaycanê dê her du welat roleke  giring li tarnzît û veguhestina navçê hebin.

Elîyof her wiha ji berfirehkirina  hevkariyên  Îran û Komara Azerbaycanê li warên curbicur ên ewlehiyê û rawestana li ber madên hişber û terorîzmê pêşewazî kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu