IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî ji komên siyasî yên Iraqê xwest ku bila alîkariya çareserkirina pisrgirêkên welêt bikin

Piştî berfirehbûna nerazîbûnên gelanî yên Iraqê, serokwezîrê vî welatî partî û hêzên siyasî vexwendin ku bila ji bo çêkirina Iraqê û çarserkirina pirsgirêkên wê bibin yek.

 Xwenîşandanên  itirazî yên gelê Iraqê li dijî gendeliya dewletî û lawaziya  gîhandina xizmetên  giştî bi taybet qutbûna  cereyanê, kêmavî, pirgirêka  kar û şuxilînê, vê adwiyê li bajarê Besrayê li başûrê rojhilata Iraqê dest pê bû bi destxwe gihêştiye  parêzgehên  navendî û başûrî ji wan Bexdaya paytexta vî welatî.

Li gorî rapora televîziyona  Meyadînê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê her wiha ser cidîbûna li warê raberkirina  xizmetan bo welatiyan, xebitadina sermayê,  avedankirin û dabînkirina  derfetên kar û xebatê jibo hemî welatiyan, her wiha  geşkirina  aboriya Iraqê sekinî.

Ebadî hişyarî da: Heke bingeha  hikûmetê  kêşe û par û pişikxwazî be,  dê encam, sernixûnbûna wê be.

Başa dön tuşu