ÎranNûçeRojhilatanavin

Iraqçî: Tomarkirina Kanala têkilliyên malî pêngava yekem a sozên Ewropayê bo Îranê ye

Alîkarê Siyasî yê Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Tomarkirina kanala têkilliyên malî yekem pêngava sozên Ewropayê bo Îranê ye ku em hêvîdar in bi tamî pêk were.

Alîkarê Siyasî yê Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Seyid Ebas Iraqçî îro Pêncşemiyê li hevpeyivîna xwe ya bi rêya têlêfonê ji Sofyaya paytexta Bolgaristanê digel IRIB Newsê, her wiha got: Li vê rêbaza malî, kirrîn û firotina Îrtanê ji rêya danûstandina du aliyan va pêk tên.

Iraqçî her wiha got: Biryar e ku rêbazeka wisa jî li Îranê pêk were da ku em bikarin danûstandinên malî ji bo aliyên îranî pêk bînin.

Alîkarê Siyasî yê Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Ev rêbaza malî demekê jibo Îranê sûd û qazanca tam heye ku jibo welat an kompaniyên ne-ewropî jî li ber dest be.

Başa dön tuşu