EfrîqaNûçe

Li Kongoyê di şer û pevçûnan de herî kêm 100 kes hatin kuştin

Hat ragihandin ku li Komara Kongo ya Demokratîk, ji roja duşemê û vir ve şerekî dijwar diqewime û li gorî zanyariyan herî kêm 100 hatiye kuştin.

Li paytextê Kongo li Kinshasayê, di xwepêşandanên partiya bi navê Yekîtiya Pêşvebirina Civakî û Demokrasiyê (UDPS) a mûxalîf ku li dijî Serokdewlet Joseph Kabila lidar xist, şer qewimî. Li gorî daxuyaniya hikumetê ku ragihand di şerê li vir de 32 kesî jiyana xwe ji dest dan. Lê belê li gorî daxuyaniya UDPS’ê, di şerê bi polêsan de zêdeyî 100 kes mirine.

Li Komara Kongo ya Demokratîk, ku navê wê yê berê Zaîre bû, li şûna Mobuto Seseseko yê di sala 1997’an de hat têkbirin, Laurent Kabila hatibû ser desthilatdariyê. Piştî ku Laurent Kabila di sala 2001ê de bi sûîqestê hat kuştin, rêveberî ketibû destê kurê wî Joseph Kabila. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu