CîhanEfrîqaNûçe

Li Kongoyê hejmara kesên ji ber Ebolayê mirin derkete 1183an

Li Komara Demokratîk a Kongoyê (KDC) nexweşiya Ebolayê ya ku par di dawiya tîrmehê da dest pê kir bû sedema gelek mirinan, hejmara miriyan gihîşte 1183an.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya KDCyê nexweşiya ku li eyaleta Kîvuya Bakur dest pê kir, belavî eyaleta Ituriyê bû. 1912 kes nexweş ketin, agirê wan zêde bû. Hat tespîtkirin ji van kesan 1818 kes ji ber vîrûsa Ebolayê nexweş in.

Li welêt 1183 kes ji ber vîrûsa Ebolayê mirin. 496 kes baş bûn û tedawiya 139 kesan jî dewam dike.

94 kes jî ji ber nexweşiya xwîn ji wan diçe û agirê wan zêde ye mirin.

Li herêmê di 8ê Tebaxa 2018an da xebatek hatibû destpêkirin û 124 hezar û 825 kes hatibûn aşîkirin.

Vîrûsa Ebolayê ya ku dibe sedema nexweşiya giran, zêdebûna agir cara ewil di sala 1976an da li Nzaraya bajarê Sudanê û Yambukuya Komara Demokratîk a Kongoyê derketibû holê. Ji ber ku nexweşî li gundeke Komara Demokratîk a Kongoyê nêzîkî çemê Ebolayê derketibû holê ev nav lê hatibû kirin.

Vîrûsa Ebolayê di çileya pêşîn a 2013an da li Afrîkaya Rojava belav bûbû.

Di navbera salên 2014-2017an da li Gîne, Lîberya û Sîerra Leoneyê nexweşî gihîştibû 30 hezar kesî û ji 11 hezarî zêdetir kes miribûn.

Başa dön tuşu