CîhanNûçe

Li konserê şewat: 9 kes mirin

Li eyaleta Kalîforniya ya Amerîkayê di depoyeke ku konser tê de dihat lidarxistin şewat derket. 9 kes mirin.

Li bajarê Oakland ê eyaleta Kalîforniyayê agir bi depoyeke ku konser lê dihat dayîn ket. Li gor zanyariyên destpêkê bi kêmî 9 kesan di şewatê de can da.

Tê ragihandin ku 50 kes li dema konserê di depoyê de amade bûye û ji xeynî 9 kesên can dane 13 kes jî winda ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu